Hûsiyan balafirgeha Tel Avîvê û kestiya balafiran a Amerîkayê hedef girtin
PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ragihandin ku li paytexta Îsraîl Tel Avîvê li dijî Balafirgeha Ben Gurionê êrîşeke moşekî hatiye kirin. Herwiha hat ragihandin ku li dijî keştiya balafiran a Amerîkayê Harry Truman jî êrîşek hatiye kirin.
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî di peyama xwe ya Telegramê de ragihand ku wan êrîş birine ser Balafirgeha Ben-Gurion a Tel-Avîvê û keştiya balafiran a Amerîkayê Harry Truman.
Serî got, "Hêzên me yên moşekê ji bo ku li Balafirgeha Ben-Gurîon a Jafaya dagirkirî bixin, operasyoneke leşkerî ya bi kalîte li dar xistin. Operasyon bi moşeka balîstîk a hîpersonîk a 'Filîstîn-2' hat kirin û şikir ji Xwedê re bi serkeftî gihîşt hedefa xwe."
Berpirs got, “Hêzên çekdar ên Yemenê herwiha êrîşî "keştiyên şer ên dijminan li Deryaya Sor kirin, di nav de keştiya balafiran a USS Harry Truman û keştiyên şer ên girêdayî wê.”
"Di êrîşên hewayî yên Amerîkayê yên li ser Yemenê de 16 endamên me mirin"
Ji aliyê din ve Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike ragihand ku di êrîşên hewayî yên Amerîkayê yên li ser Yemenê de 16 endamên wan canê xwe ji dest dane.
Di nûçeya ajansa nûçeyan a SABA ya girêdayî Hûsiyan de derbarê mijarê de agahî hatin dayîn.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku cenazeyên Albay Zeynelabidîn El-Mexturî, Serdar Elî El-Hebarî, Serdar Salih El-Eşwal, Kaptan Avad Elî Avad û Kaptan Muhammed Ganim û 11 efseran roja Çarşemê 19ê Adarê li paytext Sanayê hatin definkirin.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku van kesan di êrîşên hewayî yên DYAyê yên li ser Yemenê de canê xwe ji dest dane, têkildarî kengê û li ku mirine agahî nehat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin