Hûsî: Me êrîs bir ser Balafirgeha Ben Gurion a Îsraîlê û kestiya balafiran a Amerîkayê
PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ragihandin ku wan êrîş birine ser Balafirgeha Navneteweyî ya Ben Gurion a li paytexta Îsraîlê Tel Avîvê û li ser keştiya balafiran a Amerîkayê ya li Deryaya Sor.
Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî di daxuyaniya xwe de got, "Me Balafirgeha Ben Gurion a Îsraîlê ya li herêma Jaffa ya Filistîna dagirkirî bi moşeka balîstîk a hîpersonîk a tîpa 'Filîstîn-2' kir hedef, operasyon bi serkeftî pêk hat."
Serî anî ziman ku li hemberî êrîşên DYAyê berxwedana xwe didomînin û got, "Me keştiyên şer ên dijmin ên li Deryaya Sor, keştiya balafiran a DYAyê 'USS Harry Truman' û keştiyên girêdayî wê jî di nav de hedef girtin."
Serî diyar kir ku li Deryaya Sor bi keştiyên balafir û keştiyên şer ên Amerîkayê re pevçûn derketine, Serî îdia kir ku êrîşên bi moşek û pêgerên hewayî yên bêmirov bi saetan dewam kirine.
Serî destnîşan kir ku Hûsî wê piştgiriya berxwedana gelê Filistînê û hedefkirina sewqiyata deryayî ya Îsraîlê bidomînin û da zanîn ku heta êrîşên li ser Xezzeyê bi dawî bibin wê operasyonên xwe bidomînin.
Li gel ku DYA derbarê mijarê de daxuyanî neda, artêşa Îsraîlê ragihand ku moşeka balîstîk a ku ji Yemenê hatiye avêtin, beriya ku bikeve sînorên vî welatî, ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatiye astengkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin