Bi sedema êrîsên Îranê yên ser Îsraîlê 20 balafir xwe danîn balafirgeha Îstenbolê

01 October 2024 23:37 0 dîtin
Bi sedema êrîsên Îranê yên ser Îsraîlê 20 balafir xwe danîn balafirgeha Îstenbolê

PeyamaKurd – Piştî Îranê êrîş bir ser Îsraîlê û seha xwe ya hewayî girt, ji ber benzîna balafiran, 20 balafir mecbûr man xwe deynin balafirgeha Îstenbolê. Pirsgirêkên ewlehiyê yên Rojhilata Navîn bandora neyînî bi vî rengî li ser seferên balafiran kirin.

Pirsgirêka benzînê ne tenê li ser balafirên Tirkiyê lê li ser seferên şîrketên hewayî yên biyanî jî kirin. Sedema ku balafir pirsgirêka benzînê dijîn ew e ku li hewayê digerin û nikarin xwe deynin balafirgehan.

Balafirên bi van pirsgirêkan, ne tenê li Îstanbolê lê xwe danîn balafirgehên Antalya û Ankara jî. 20 balafirên ku sefer dikirin Rojhilata Navîn ew bûn ku xwe danîn balafirgeha Îstenbolê.