Îranê, soza tolhildana li dijî êrîsên esmanî yên Îsraîlê da

26 October 2024 13:00 0 dîtin
Îranê, soza tolhildana li dijî êrîsên esmanî yên Îsraîlê da

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Îranê êrîşên esmanî yên Îsraîlê şerrmezar kir ku doh bi şev navendên leşkerî yên kiribû armanc û soza bersivdayînê da.

Di daxuyaniyeke fermî de, wezaretê ev êrîş  weke “binpêkirina eşkere ya qanûnên navdewletî û peymana Neteweyên Yekbûyî” bi nav kir û tekezî li ser mafê Îranê yên xweparastinê kir li hemberî her êrîşeke biyanî li gorî qanûnên navdewletî.

Wezaretê rexne li berdewamiya “cinayetên siyonîstan”  ên herêmê kir û ew bi piştevaniya leşkerî û siyasî ya Amerîka û welatên rojavayî ve girêda û ew weke “çavkaniya rageşiya herêmê” nirxand.

Wezareta Derve ya Îranê tekez kir ku “Ew ê hemû çavkaniyan ji bo parastina ewlekarî, berjewendî û pabendbûna îstiqrara herêmê bi kar bîne.”