Erebistana Siûdî êrîsên Îsraîlê yên li dijî Îranê sermezar kir

26 October 2024 10:01 0 dîtin
Erebistana Siûdî êrîsên Îsraîlê yên li dijî Îranê sermezar kir

PeyamaKurd – Piştî êrîşên doh yên Îsraîlê yên bi ser Tehranê ve, Wezareta Karên Derve ya Qraliyeta Erebistana Siûdî, îro, bi daxuyaniyekê ew êrîş şermezar kirin û weke binpêkirina serweriya Îranê û ya qanûn û normên navneteweyî bi nav kirin.

Di heman daxuyaniyê de, Wezareta Karên Derve ya Qraliyetê gotiye, “Ew êrîş gefê li ewlekarî û aramiya herêmê û gelê wê dikin.”

Wezareta Karên Derve ya Qraliyeta Erebistana Siûdî, bang li hemû aliyan kiriye ku rageşiyê kêm bikin û hişyarî daye encamên şerê li Rojhilata Navîn û gotiye:

“Em bang li civaka navneteweyî û aktorên bibandor dikin ku bi micidî bi rol û berpirsiyariyên xwe di pêşvebirina kêmkirina rageşiyê û bidawîkirina şer û pevçûnên seranserê herêmê rabin.”