Biden bang li Îsraîlê kir ku 'êrîsên li dijî wan rawestîne'
PeyamaKurd – Biden diyar kir ku divê Îsraîl hêmanên Hêza Aştiyê ya Demî ya Lubnanê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) neke hedef.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden bang li Îsraîlê kir ku "teqez û tavilê" êrîşên li ser hêzên aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî rawestîne.
Di daxuyaniya xwe ya li bersiva pirseke rojnamevanekî de, rêberê Amerîkayê dilgiraniya rêberên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan piştî birîndarbûna 2 pasdarên aştiyê di encama teqînên li nêzîkî baregeha hêzên demkî yên Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) li Lubnanê dubare kir.
Êrîşan di nava 48 saetan de cara duyemîn bandor li baregeha UNIFIL kir. Serokwezîrê demkî yê Lubnanê Negîb Mikatî êriş bi kiryareke tawankar bi nav kir ku normên civaka navdewletî dixe metirsiyê û diyar kir ku kabîneya wî wê ji Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî daxwaz bike ku bilez agirbestek li Lubnanê were ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin