Rêberê Îranê Xaminêyî soza tolhildana Fexrîzade da
PeyamaKurd – Li ser kuştina pisporê atomî yê Îranê Muhsîn Fexrîzade, Rêberê Komara Îslamî yê Îranê Elî Xaminêyî, soza tolhildanê da û got: “Kesên Muhsîn Fexrîzade kuşt, dê bigihîjin cezayê xwe.”
Li ser hesabê xwe yê twitterê Elî Xaminêyî, îro Şemiyê kuştina zanayê atomî yê Îranê Muhsîn Fexrîzade şermezar kir.
Xaminêyî daxwaz dike, kesên ev kar kirine, bilez werin cezakirin û ji rayedarên welatê xwe dixwaze ku xebatên rêya Fexrîzade bidomînin.
Muhsîn Fexrîzade, zanayê atomî yê Îranê bû û weke bavê atomê li welatê xwe dihat binavkirin. Fexrîzade do dema ji mala xezûrê xwe vedigeriya, hat kuştin.
Herwiha Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê Husên Selamî jî, Amerîka û Îsraîl bi kuştina Muhsîn Fexrîzade tohmetbar dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin