Polîsên Îranê keçeke 16 salî ji ber sirûda pesnê rêberê dînî Xaminêyî dida nexwend kust

19 October 2022 11:31 0 dîtin
Polîsên Îranê keçeke 16 salî ji ber sirûda pesnê rêberê dînî Xaminêyî dida nexwend kust

PeyamaKurd – Polîsên Îranê girtin ser dibistana amadeyî ya keçan û ji ber ku keça 16 salî ya bi navê Esra Penahî sirûda ku pesnê rêberê dînî Xaminêyî dida nexwend, bi lêdana polîsan can da.

Konseya Koordînasyona Sendîkaya Mamosteyan a Îranê li ser bûyerê daxuyanî da.

Li gor zanyariyan, li bajarê Erdebîlê yê Îranê hêzên ewlekariyê girtin ser dibistana amadeyî û ji xwandekaran daxwaza sirûda ku pesnê Xaminêyî dide kirin. Xwandekarên ku sirûd nexwendin lêdan xwarin.

Ji xwandekaran hindek hatin binçavkirin û gelek ji wan jî ji bo nexwaşxaneyan hatin rakirin. Herwiha ji birîndarên ku rakirin nexwaşxaneyê Esra Penahî ya 16 salî can da.

Herwiha rayedarên rejîmê îdîa dikin ku Penahî ji ber nerihetiya dil can daye. Piştî kuştina Jîna (Mehsa) Emînî polîs gelek caran digrin ser dibistanan.