Hêzên Belûc êrîsî 2 qereqolên polîsên Îranê kir: 11 kustî

04 April 2024 16:33 0 dîtin
Hêzên Belûc êrîsî 2 qereqolên polîsên Îranê kir: 11 kustî

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 4ê Nîsanê hêzên Belûc ên rêxistina Ceyşûl Adl li eyaleta Sîst û Belûcistanê êrîşî qereqolên polîsên Îranê kir.

Li gorî zanyariyan êrîş li bajarê Çabaharê li dijî du qereqolên cuda hevdem hatiye kirin û di navbera aliyan de pevçûn derketiye.

Hate ragihandin ku di encamê de 11 kes ji hêzên ewlehiyê yên Îranê hatine kuştin.

Berpirsên Parêzgariya Sîstan û Belûcistan û hêzên Ewlekariyê yên eyaletê dane xuyakirin ku dema êrîşê 15 çekdar hatine kuştin û 4 polîs jî bi operasyonekê bi birîndarî hatine rizgarkirin.