DAISê êrîsî hêzên parastina petrolê kir: 4 polîsên Iraqê hatin kustin

22 December 2019 17:06 0 dîtin
DAISê êrîsî hêzên parastina petrolê kir: 4 polîsên Iraqê hatin kustin

PeyamaKurd - Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li Iraqê êrîşî polîsên wî welatî kir û di encama wê êrîşê de hejmarek polîs hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê, çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê êrîş kirine ser xaleke polîsên parastina neftê li Bêcî ya sînorê parêzgeha Selahedînê û ku di encama êrîşa şeva borî de, 4 polîsên iraqî hatine kuştin û polîsek jî birîndar bûye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di wê êrîşê de hêzên polîsên iraqî bersiv dane û DAIŞîyek jî hatiye kuştin.