DAISê li Rojavayê Kurdistanê êrîsî tankerên petrolê kir

15 August 2024 19:39 0 dîtin
DAISê li Rojavayê Kurdistanê êrîsî tankerên petrolê kir

PeyamaKurd - Çekdarên DAIŞê li Dêrazorê êrîşî tankerên petrolê yên ji Rojavayê Kurdistanê, derbasî Şamê dibin kir.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye, êrîş li dijî du tankerên petrolê li nêzî zeviyê Omer ku baregeha amerîkî tê de ye pêk hatiye.

SOHRê daye xuyakirin, di encama êrîşê de ajokarek birîndar bûye û ziyanên madî çêbûne.

Li aliyê din dengê teqînan ji bargeha amerîkî ya li zeviyê Omer hatiye bihîstin ku paşê diyar bûye hêzên Amerîkayê û HSDê perwedeyên leşkerî pêk tînin.

SOHRê diyar kiriye, DAIŞê ji destpêka îsal ve 169 êrîş li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne û bûne sedema kuştina 85 kesan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, hefteya borî jî baregeha amerîkî ya li Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê bi droneke xwekuj hatibû hedef girtin û di encamê de 8 leşker birîndar bûbûn.