Medya Erebî: Tirkiye ji mijuliya navnetewî sûde distîne û êrîsî binesaziya Rojavayê Kurdistanê dike!

21 January 2024 18:03 0 dîtin
Medya Erebî: Tirkiye ji mijuliya navnetewî sûde distîne û êrîsî binesaziya Rojavayê Kurdistanê dike!

PeyamaKurd - Rojnameya El Ereb a li London a Brîtanyayê weşanê dike, nûçeyek bi sernavê "Tirkiye binesaziya bakurê Sûriyeyê dike hedef" weşand.

Li êrîşên çend rojên borî hatiye gotin ku artêşa Tirk careke din stasyonên elektrîkê yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin û di encamê de bi sedan gund û bajarok bê elektrîk mane.

Rojnameyê daye zanîn ku hêzên Tirk ji înê ve binesaziya herêmê, stasyon û kargehên parzûnkirina petrolê û stasyonên elektrîkê bombebaran dike.

Hatiye diyarkirin ku li gorî çavdêran, Tirkiye bi zanabûn êrîşî binesaziya herêmên Rêveberiya Xweser dike ku armanca wê, koçberkirina xelkê û tunekirina jiyanê li herêmê ye.

Rojnameyê bibîr xistiye ku Tirkiye îdia dike ku armanca operasyonên wê yên leşkerî, têkbirina PKKê ye lê belê Enqere mijûlbûna civata navneteweyî bi şerê Xezzeyê û aloziya li Deryaya Sor bi kar tîne û navendên sivîl û aborî yên herêmên Rêveberiya Xweser bombebaran dike.