Medya Erebî: ‘Tirkiye plan dike 13 rêveberiyên xwecihî yên li Sûriyê bike yek’

23 August 2023 21:02 0 dîtin
Medya Erebî: ‘Tirkiye plan dike 13 rêveberiyên xwecihî yên li Sûriyê bike yek’

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya rojnameya Şerq El Ewset a Erebî, Tirkiye li herêmên ku li Sûriye xistine bin kontrola xwe plan dike, li şûna 7 walîyan hakimekî tayîn bike û wan bixe bin banê yek rêveberiyê.

Di nûçeyê de hatiye otin: “Dewleta Tirk plan dike ku rêvebirina herêmên Sûriyeyê yên xistine kontrola xwe bike yek. Ji bo vê jî dixwaze hakimekî tayîn bike li wan herêman û li şûna 7 waliyên hatine erkdarkirin kar bike. Armanca vê planê jî ew e ku pirsgirêkên rêvebirina wan herêman dernekevin.”

Çavkaniyan ji rojnameyê re daye xuyakirin, “Plan niha li ser danîna pergala nû ya hevkariya di navbera Enqere û meclisên xwecihî yên li 13 herêmên cuda tê kirin; di serî de Ezaz, Cerablus, Bab, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê.”