Medya Erebî: Îran ji esîrên Sûriyê hêzeke nû ya 2 hezar milîsan ava dike

29 March 2023 21:03 0 dîtin
Medya Erebî: Îran ji esîrên Sûriyê hêzeke nû ya 2 hezar milîsan ava dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Pasdarên Îranê bi taybet li parêzgeha Dêrazorê xebatên bo avakirina hêzên milîsên çekdar ji xelkê herêmê xurt kirine û ji bo vê jî hevdîtinan ligel rûspî, şêx û serokên eşîran pêk tînin.

Li gorî nûçeya rojnameya El Quds El Erebî, fermandarên Pasdarên Îranê civînek bi şêx û rûspiyên êlên Dêrazorê ya bakurê rojhilatê Sûriyeyê re pêk anîne, bi mebesta ku hêzeke eşîran a ji 2 hezar çekdaran ava bike.

Hatiye diyarkirin ku wê Newaf El Beşîr û Hemûd El Beşîr serkêşiya wê hêzê bikin û fermandarê berê ya milîsên Îranî yên El Qatircî, Ebdullah El Hisên jî wê çavdêriya wê hêza leşkerî li Sûriyê bikin.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku mebesta Îranê bi vê yekê, mayîndekirina serweriya milîsên Îranê, xurtkirina hêza wan û misogerkirina destkeftiyên wan ên li herêmê ye.

Komên milîs ên Îranê hefteya borî êrîşî baregeha Amerîka kiribûn û hêzên asmanî yên Amerîkayê jî di encama êrîşekê de hejmarek kes ji wan kuştibûn. Li aliyê din Îsraîl jî gelek caran li nav erda Sûriyê êrîşan li ser komên milîs ên Îranê pêk tîne.