Medya Erebî: Enqere bêyî ji Sûriyê vekise li Samê dizîvire
PeyamaKurd – Tirkiyê daxuyaniya dawî ya Serokê Sûriyê Beşar Esed a ji bo lezandina normalîzekirina pêwendiyan bi erênî pêşwazî kir ku ev mijar di medya Erebî de jî yek ji rojeva sereke ye.
Rojnameya El Exbar a Lubnanê li ser normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê, nûçeyek bi sernavê "Enqere li Şamê dizivire" weşand.
Rojnameyê diyar kir ku Tirkiye di dosyaya normalîzekirinê de li Şamê dizivire da ku destkeftiyên zêdetir di vê dosyayê de qezenc bike û bêyî ji herêmên dagirkirî vekişe.
Herwiha rojnameyê bibîr xistiye ku Şamê normalîzebûn bi şertê vekişandina hêzên Tirk ji herêmên dagirkirî ve girêda ye, lê rayedarên Tirk behsa şertên nû yên Tirkiyeyê dikin ku ew û şertên ku berê Erdogan danîbûn li hev nayên.
Li gorî çavkaniyên sûriyeyî yên muxalif, rayedarên Tirk di hevdîtinên xwe yên dawîn ên ligel hin komên çekdarên opozîsyona Sûriyê xwe de gotine ku ew dê di mijara normalîzekirinê de berdewam bin.
Hate destnîşankirin ku daxuyaniyên tund ên Enqereyê bi armanca qezenckirina destkeftiyên zêdetir di vê dosyayê de têne dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin