Medya Erebî: Nêzîkbûna Enqere û Samê bi ser nakeve!

15 January 2023 18:04 0 dîtin
Medya Erebî: Nêzîkbûna Enqere û Samê bi ser nakeve!

PeyamaKurd – Nîqaşên li ser hevdîtinên asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê di medyaya Erebî de cihekî berfireh digirin ku herî dawî daxuyanên Serokê Sûriyê Beşar Esed ên derbarê bidawîanîna dagirkeriya Tirkiyeyê jî wek mijara sereke ketine rojevê.

Li ser mijarê lêkolîner û şîrovekarê siyasî yê Sûriyeyê Dr. Elaa El Esferî dibêje: “Daxuyaniyên Serokê Sûriyeyê pir zelal in û şertê nêzîkbûna di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ne. Du şertên sereke hene, yek; derketina dagirkeriya Tirk ji axa Sûriyeyê, du; rawestandina piştevaniya hemû rengên terorê li herêmên bakurê Sûriyeyê. Moskow dixwaze ku ev lihevkirin çêbibe. Tirkiye jî wê dixwaze, nexasim ku hilbijartinên Tirkiyeyê pir nêz bûne.”

‘Şam girîngiyê nade hilbijartinên Tirkiyeyê’

El Esferî dide xuyakirin, Sûriye girîngiyê nade hilbijartinên serokatiya Tirkiyeyê û ne xema wê ye eger Erdogan an opozîsyon tê de bi ser bikeve.

El Esferî di dewamê de dibêje: “Ya girîng ew e ku Sûriye xwedî bernameyek baş û temam be ji bo bidawîkirina hebûna Tirkiyeyê û bidawîkirina piştgiriya Tirkiye ya komên terorîst ên li bakur rojavayê Sûriyeyê û Idlibê. Li herêma Idlibê jî Cebhet El Nusra heye ku Tirkiye piştevana wê ya sereke ye. Ji ber vê texmîn dikim ev her du şert ji bo bidawîkirina pirsgirêka di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de pir girîng in.”

‘Rojava karekî hundirîn ê Sûriyê ye, ne karê Erdogan e’

Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî El Esferî bal kişandiye ser ku eger lihevkirinek pêk hat dê artêşa Sûriyeyê li dirêjahiya sînorên Sûriye-Tirkiyeyê bicih bibe, da ku Tirkiye hebûna Kurdan neke hincet û destnîşan dike, “Mijara Bakurê Sûriyê karekî hundirîn ê Sûriyeyê ku ne karê Erdogan e”.

Li aliyê din nivîskar û rojnamevanê sûriyeyî Samir Xilêwî jî dide zanîn, daxuyaniyên Esed piştî hevdîtina wî bi nûnerên Rûsyayê re hatine dayîn û bibîr dixe: “Bi erêkirina Rûsyayê pêk hatin, da ku beriya destpêkirina dan û standinan asta daxwazan bilind bike. Esed ne xwedî biryar e, girêdayî Rûsyayê ye û nikare daxwazên wê red bike.”

‘Nêzîkbûna Esed û Erdogan bi ser nakeve’

Xilêwî bawer nake hewldanên Rûsya yên nêzîkkirina Erdogan û Esed bi ser bikevin û li ser sedemên wê jî wiha dibêje:

“Esed, opozîsyona ku Tirkiye xwedî lê derdikeve bi terorê bi nav dike. Eger Esed destê xwe bike destê Erdogan, ev tê wateya ku hêzên opozîsyonê wê li hember hêzên Esed şer bikin. Ev jî ji bo piraniya koman ne pêkan e. Ya duyemîn; Amerîka li dijî vê nêzîkbûnê ye û herêmên ku Erdogan dixwaze vegerin bin serweriya Esed, herêmên ku di bin parastina Amerîkayê de ne.

Ya sêyem; beşekî gelê Tirkiyeyê dê nêzîkbûna Esed-Erdogan qebûl neke. Wê Kurd jî dengê xwe nedin partiya Erdogan. Sêyeka gelê Tirkiyeyê jî wê dengê xwe ji bo Erdogan bi kar neynin. Şênî û eşîrên li herêmên HSDê jî wê li hember êrîşeke Esed-Erdogan şer bikin. Ji ber van sedeman û hin sedemên din ev hevbendiya Erdogan-Esed dê bi ser neveke.”