Medya Erebî: Gelo nêzîkbûna Sam-Enqerê rawestiyaye!..

10 July 2023 20:12 0 dîtin
Medya Erebî: Gelo nêzîkbûna Sam-Enqerê rawestiyaye!..

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên Nûnerê Serokê Rûsyayê Aleksander Lavrenyev ên çend roj berê derbarê zehmetî û astengiyên li ber asayîkirina pêwendiyên navbera Tirkiye û rejîma Esed de, di medya erebî de nûçeyên li ser cemidandina proseya hewldanên asayîbûnê têne belav kirin.

Li ser mijara hewldanên normalîzekirina têkiliyên di navbera Şam û Enqereyê de rojnameya El Ereb nivîseke bi sernavê "Gelo nêzîkbûna Şam û Enqereyê rawestiyaye?" belav kir.

Di nivîsê de tê gotin: "Piştî serketina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, hinekan pêşbinî dikir ku rêgeha pêwendiyên Tirkiye-Sûriyeyê bi lezeke mezin pêk were. Lê di demên dawî de derket holê ku di nêrînên Enqere û Şamê de gelek cudabûnên berfireh hene, nexasim piştî ku di meha borî de hate ragihandin ku rêgeha Astanayê ya Kazaxistanê hate rawestandin. Tevî vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî jî gelek pirs li ser rêgeha pêwendiyên Sûriye-Tirkiyeyê xwe didin der.”

El Ereb diyar kiriye ku hevdem balyozê berê yê Sûriye yê li Tirkiyeyê Nîdal Qebelan jî du roj berê gotiye: “Eger lihevkirin li ser şertên sereke yên Sûriyeyê yên; şertê herî girîng derketina Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê çênebe, wê serokê Sûriyeyê Beşar Esed hevdîtinê bi serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re neke.”