Medya Erebî: ‘Rêya asayîbûna Sam-Enqerê ne pembeyî ye’

15 September 2024 16:04 0 dîtin
Medya Erebî: ‘Rêya asayîbûna Sam-Enqerê ne pembeyî ye’

PeyamaKurd - Rojnameya El Exbar a Lubnanê bal kişand ser civîna duyemîn a Komîteya Peywendiyên Erebî ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ku li Qahîreyê pêk hate lidarxistin û li ser asayîkirina pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê jî da zanîn, “Rêya asayîbûna Şam-Enqerê ne pempeyî ye”.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku wezîrên derve yên dewletên endamên Komkara Erebî pêr bi mijara nîqaşkirina şerê Îsaîl û Hemasê civiyan û piştî 13 salan yekem car Tirkiye beşdarî civînê dibe.

Rojnameyê da zanîn, di navberên civîna wezîrên Komkara Erebî ya bi mijara şerê Îsraîl û Hemasê ya li Misirê de, hevdîtinek di navbera wezîrê derve yê Şamê Feysel Miqdad û hempîşeyên wî yên Misir, Urdun û Iraqê hat lidarxistin. Herwiha hevdîtineke din bi sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El Xeyd re pêk hat. Rojnameyê diyar kir ku di van hevdîtinan de gelek aliyên dosyaya Sûriyeyê hatin nîqaş kirin.

Di dawiya civînên dualî de Komîteya Peywendiyên Erebî civînek li dar xist, beşdarên civînê li ser avakirina tîmeke ji pisporan û lidarxistina civînekê li Bexdayê li hev kir. Hate gotin ku erka komîteyê lêkolînkirina mijarên bi Şamê re tê şopandin e.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin, lihevkirina li ser lidarxistina civîna bê ya li Bexdayê li gorî daxwaza Iraqê jî ye ku dixwaze rola xwe di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de çalak bike.