Medya Erebî: Hewla navbeykariya Sam-Enqerê ya Iraqê bi ser nakeve

21 June 2024 18:00 0 dîtin
Medya Erebî: Hewla navbeykariya Sam-Enqerê ya Iraqê bi ser nakeve

PeyamaKurd – Medya Erebî hewldana Iraqê ya navbeynkariya di navbera Tirkiye û rejîma Sûriyê de, nîqaş dike.

Rojnameya El Exbar El Lubnaniye li ser mijarê bi sernavê ˊEnqere-Şam: Çi şansê navbeynkariya Iraqê hene?’ nûçeyek weşand.

Di nûçeyê de, tevgerên Tirkiyê yên ji bo nêzbûna bi hikumeta Şamê re hatin bibîrxistin.

 Hate gotin, piştî hewldanên Rûsyayê û ragihandina serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî amadebûna welatê wî ji bo lidarxistina civînekê di navbera berpirsên Tirkiye û Şamê de, mijar ketiye rojevê.

Lê belê hatiye destnîşankirin ku ev navbeynkarî bi ser nakeve. Ji ber ku li gel Iraqê rêbazên zextkirin û razîkirinê tune ne. Lê li aliyê Rûsyayê ku hevkarê Tirkiye û Sûriyê ye, alavên navbeynkariyê hene.