Îranê bersiva Komkara Erebî da: Em li Sûriyê aramiyê dixwazin

29 December 2024 13:31 0 dîtin
Îranê bersiva Komkara Erebî da: Em li Sûriyê aramiyê dixwazin

PeyamaKurd - Piştî ku Komkara Erebî Îran bi têkdana aştiyê li Sûriyê tometbar kir, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, peyamek li ser medya civakî belav kir û got, welatê wî amade ye alîkariyê bide Sûriyê, di veguhestina ewlehî û aştiyane de.

Ebas Iraqçî ji bo Komkara Erebî got: "Em jî weke we dixwazin aramî li Sûriyê were peydakirin û rêgirî li tevlîheviyê bibe".

Eraqçî hêmanên çareseriyê jî wiha rêz kir: “Parastina yekbûna xaka Sûriyê û gerentîkirina ewlehiya tevaya pêkhateyên netewî û olî, di nav wan de Sine, Şî'e, Elewî û Kurd. Redkirina her cureyeke destêwerdana biyanî. Avakirina hikûmeteke giştgir li Sûriyê.”

Wezîrê derve yê Îranê got ku ew ji derxistina fitneyê bi fikar in û diyar kir: "Yek ji armancên fitnê ew e ku hin beşan ji miletê Sûrî ji beşdarbûnê di biryara li ser çarenûsê de bêpar bike. Îran li gel encamdana veguhestineke ewlehî û aştiyane ye ji bo pêkanîna hikûmeteke giştgir bi beşdariya hemû pêkhateyan e û em amade ne alîkar bin di pêkanîna van armancan de".