Ji Komkara Erebî daxuyaniya Sûriyê: Divê serwerî û yekparçebûn bê parastin

01 December 2024 11:03 0 dîtin
Ji Komkara Erebî daxuyaniya Sûriyê: Divê serwerî û yekparçebûn bê parastin

PeyamaKurd - Komkara Erebî li ser geşedanên dawî yên li Sûriyê ku HTŞê bajarê Helebê xistiye kontrola xwe û pêşveçûna xwe dewam dike, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Komkarê de hate hate diyarkirin, “Komkara Erebî bi nîgeraniyeke mezin pêşhatên li Sûriyeyê dişopîne û tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li yekîtî, serwerî û yekparçebûna axa Sûriyeyê dike.”

Berdevkê Fermî yê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Cemal Ruşdî got: “Sekreterê Giştî Ehmed Ebû Xeyt ji ber pêşhatên li pey hev ên ku çend roj in li Sûriyeyê rû didin û bandorên wan li ser sivîlan dilgiran e ku ev yek rê li ber gelek egeran vedike, di nav de tevliheviya ku komên terorîst dikarin bikar bînin, da ku çalakiyên xwe ji nû ve bidin destpêkirin.”

Ruşdî daye xuyakirin, Sekreteriya Giştî ya Komkara Erebî pabendî helwesta xwe ya siyasî ya li ser rewşa Sûriyeyê ye, weke ku di biryarên Encûmena Komkarê de yên li ser astên wê yên cuda hatine.