Wezîrê Sûriyê dema Hakan Fîdan axivî ji civîna Komkara Erebî derket
PeyamaKurd – Wezîrên Derve yên Komkara Erebî li paytexta Misrê Qahîreyê civiyan ku piştî 13 salan cara yekem Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî beşdarî kir.
Di civîna li Qahîrê de, pirsgirêka navbera Enqere û Şamê cardin derket holê ku dema Hakan Fîdan axivî, şanda Şamê ji salonê derket.
162. rûniştina Encûmena Komkara Erebî li ser asta Wezîrên Karên Derve li paytexta Misir Qahîreyê pêk hat ku mijara sereke rewya Xezeyê bû.

Gelek mijarên ku îro bûne pirsgirên demdirêj li Rojhilata Navîn di civînê hatin gotûbêjkirin. Di civînê de ewlehiya avê ya Ereban, krîza Bendava El-Nehida, pirsgirêka Somal, şerê li Sûdanê, krîza Yemenê û rewşa Lîbyayê jî hatin gotûbêjkirin.
Dema Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di civînê de dest bi axaftinê kir, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ji civînê derket.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî 13 salan cara yekem e Tirkiye di civîna Komkara Erebî de amade dibe. Helwesta wezîrê Sûriyê bû sedema nirxandinên ku hîn di proseya normalîzekirina têkiliyan de ti pêşketinek di navbera Şam-Enqereyê de çênebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin