Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê rêveberiya nû ya Sûriyeyê re civiya
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi Wezîrê Derve yê rêveberiya nû ya Sûriyê Esad Şeybanî re civiya.
Hakan Fîdan îro Yekşemê 12ê Çileya 2025ê di çarçoveya civîna Sûriyê ya ku li Riyada paytexta Erebistana Siûdî hat lidarxistin de, hevdîtinên dualî pêk anîn.
Li gorî nûçeya ku ji aliyê hesabê Xê yê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ve hatiye parvekirin, Fîdan li Riyadê bi Wezîrê Derve yê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Şeybanî re hevdîtin pêk anî.
Ji Komkara Erebî ji bilî Hakan Fîdan, Wezîrên Derve yên Erebistana Siûdî, Sûriye, Behreyn, Misir, Iraq, Urdun, Kuweyt, Lubnan, Uman, Qeter û Îmarat ji Komkara Erebî beşdarî civîna Sûriyê bûn.
Rojeva sereke ya civînê gavên ku ji bo dabînkirina aramî û ewlehiyê li Sûriyê bên avêtin bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin