Wezîrê Karên Derve yê Tirk, Hakan Fîdan bi hevtayê xwe yê amerîkî Blinken re bi telefonê axivî
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê tirk, Hakan Fîdan bi pêwendiyeke telefonî ya li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku “Nabe rêxistinên terorê yên weke PKK û DAIŞê ji kaosa li Sûriyeyê sûdê werbigirin.”
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên AAyê yên ji Wezareta Karên Derve ya tirk hatine wergirtin, Hakan Fîdan bi Blinken re bi telefonê axiviye.
Di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Sûriyeyê hatine nirxandin.
Wezîrê tirk, Fîdan bal kişandiye ser girîngiya dubarenekirina şaşiyên berê û bal amaje bi wê yekê kiriye ku di vê xalê de divê rejîm bi awayekî realîst tevbigere, diyalogê bi opozîsyonê re bike û pêvajoya siyasî bide destpêkirin û hemû aktorên herêmê di vî warî de bi roleke avaker rabin.
Fîdan ji Blinken re diyar kiriye ku “Divê rê neyê dayîn ku rêxistinên terorê yên wek PKK û DAIŞê ji hawîrdora kaotîk a li Sûriyeyê sûdê wergirin.”
Wî, her wiha diyar kiriye ku dê tedbîrên pêwîst bên wergirtin ji bo ku çekên kîmyayî yên rejîmê nebin metirsî ji bo herêmê.
Fîdan girîngiya gihandina alîkariyên mirovî bo herêmê bi bîr xistiye û gotiye, “Tirkiye di vî warî de desteka pêwîst daye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin