Komkara Erebî yekem civîna siyasî ya Sûriyê li dar dixe
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Komkara Erebî piştî vegera Sûriyê yekem civîna xwe ya siyasî ya derbarê Sûriyê de saz dike.
Li gorî nûçeya rojnameya El Exbar a Lubnanê, Komkara Erebî amadekariya lidarxistina hevdîtina yekemîn a siyasî ya komîteya bi Sûriyeyê re pêwendîdar dike.
Hate diyarkirin ku Komkara Erebî amadekariya lidarxistina hevdîtina yekemîn a siyasî ya komîteya taybet a Sûriyeyê dike ku tê çaverêkirin civîn di meha Tebaxê de bê sazkirin.
Rojnameyê daye zanîn, ev civîn tê wateya ku nêzîkatiyên Komkara Erebî yên derbarê Sûriyeyê de êdî ji çarçoveya siyasî derbasî çarçoveya pratîkê bûye û tevlîbûna Sûriyeyê ya nav komkarê jî nîşaneya çareseriya siyasî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin