Komkara Erebî ji bo êrîsên Îranê yên ser Hewlêrê civîna lezgîn li dar dixe
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Komkara Erebî ji bo gotûbêjkirina êrîşên bi moşekên balîstîkî yên Îranê bi ser Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê de, civîneke lezgîn li dar dixe.
Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku dê Yekîtiya Erebî ji bo êrîşên ser Hewlêrê yên Îranê gotûbêj bike, bi awayekî lezgîn bicive.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, li hember êrîşên Îranê yên bûne sedema mirin û birîndarbûna sivîlan, xisra li ser milkên giştî û taybet, gilî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye, di êrîşa bi moşekên balîtîkî û dronî ya şeva Pêncşemê 15ê Çile de, mala karszazê Kurd Pêşrew Dîzeyî hatibû hedef girtin û di encamê de, Dîzeyî, keça wî Jîna ya 11 mehî jî di nav de 5 kes miribûn, nêzî 16 kes jî birîndar bûbûn.
Medya fermî û medyayên girêdayî rejîma Îranê bi awayekî bêbextî îdia dikin ku di êrîşê de navenda MOSSADê ya Hewlêrê hatiye armanckirin ku ev îdia ji aliyê hikûmeta Iraqê û Kurdistanê ve bi tundî hate redkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin