Iraqê ji bo êrîsên Hewlêrê nota da Îranê

16 January 2024 17:32 0 dîtin
Iraqê ji bo  êrîsên Hewlêrê nota da Îranê

PeyamaKurd - Hikûmeta Federal a Iraqê ji ber êrîşên Pasdarên Şoreşê yên rejîma Îranê yên li dijî Hewlêrê nota da Balyozê Îranê yê li Bexdayê.

Wezareta Derve ya Iraqê, piştî êrişa Hewlêrê, îro Balyozê Îranê yê li Bexdayê vexwende wezaretê.

Di notaya ku Wezareta Derve ya Iraqê ji bo balyozê Îranê yê li Bexdayê belav kir de hat destnîşankirin ku Iraq bi tundî êrîşên rejîma Îranê yên li ser hin deverên Hewlêrê ku bûne sedema kuştin û birîndarkirina gelek sivîlan bi tûndî şermezar dike.

Di peyama notayê de hate xwestin ku Balyozê rejîma Îranê yê li Bexdayê, ji bo agahdarkirinê bê Wezareta Derve ya Iraqê.

Şeva borî di demjimêr 23.30an de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê gelek xalên sivîl bûn armanca mûşekên balîstîk û frokeyên bê mirov ên rejîma Îranê.

Ev êrîşên ku ji alî Supaya Pasdaran a rejîma Îranê ve pêk hatin de pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Krîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne ku yek salî bû, canê xwe ji dest dan.

Li aliyê din li Pîrmamê yek û li Behirkeyê jî yek frokeyên bê mirov hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ragihand ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên rejîma Îranê xistine xwarê.

Dijeterora Kurdistanê jî ragihand, sê dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Frokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Îro jî di demjimêr 05:50î de dîsa li nêzîkî Frokexaneya Hewlêrê frokeyeke bê mirov hate xistin û di dema ketinê de teqîya.

Hate aşkerekirin ku ew frokeya ku hatiye xistin, a koma milîşeyên şîa Berxwedana Îslamî ya girêdayî Heşdî Şabî ye.