Sanda pasevanên sînor a Îranê û Iraqê li Hewlêrê civiyan

03 October 2023 19:37 0 dîtin
Sanda pasevanên sînor a Îranê û Iraqê li Hewlêrê civiyan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di çarçoveya pêkanîna rêkeftina parastina sînoran a di navbera Îran û Iraqê de, ji bo rêgiriya partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê, şandên pasevanên sînor ên herdu welatan li Hewlêrê civiyan.

Civîna ku hatibû plankirin li Derîyê Hacî Omeran ê navçeya Çoman a Hewlêrê bê kirin, li ser daxwaza Îranê Hewlêrê hate encamdan.

Li gorî zanyariyan, di civînê mijarên ewlehiya sînoran û pirsgirêkên li ser sînoran hatin nirxandin. Hate ragihandin ku ji herdu aliyan jî hejmarek zêde fermandarên pasevanên sînor beşdarî kirin.