Daxwaza lêkolînê li ser îdiaya ku ‘Pasevanên sînor ên Îranê 250 penaberên efxanî kustine’
PeyamaKurd – Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International)ê daxwaza lêkolînê kir li ser îdiayên kuştina penaberên efxanî yên ku dixwestin derbasî Îranê bibin. Rêxistina Efûya Navneteweyî ku navenda wê li Londonê ye, diyar kir ku îdiaya navborî “tirsnak e”û got, “Divê lêpirsîneke bi lez, zelal û serbixwe bê kirin.”
Rêxistina mafên mirov Haalvsh ku navenda wê li Îranê ye, îdia kir ku 250 penaberên efxan ên ku dixwestin derbasî Îranê bibin, êvara yekşemê di encama gulebarana pasevanên sînor de li parêzgeha Sîstan-Belûcistanê de hatin kuştin.
Balyozê Îranê ev îdia red kirin
Balyozê Îranê yê Kabîlê û nûnerê taybet ê li Efxanistanê Hesen Kazimî Kumî diyar kir ku nûçeyên ku pasevanên sînor ên Îranê penaberên efxanî kuştine “rastiyê nîşan nadin.” Kazimî da zanîn ku wan lêpirsîna xwe ya navxweyî pêk aniye, Kazimî got ku wan tu delîl nedîtine ku vê îdîayê piştrast bikin.
Talîbanê komîteya taybet ava kir
Ji aliyê din ve, li gorî AMU TVyê, Talîbanê jî komîteyek taybet ji bo lêkolînkirina nûçeya navborî ava kiriye. Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd diyar kir ku rayedarên Kabîlê li ser bûyerê lêkolînê dikin. Hat diyarkirin ku di wê komîteyê de ku dê alîkarê wezîrê karên navxweyî Mihemed Îbrahîm Sedr serokatiya wê bike rayedarên herêmî jî cih girtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin