Parlamentoya Kurdistanê daxwaza Iraqê yo bo sînorên Tirkiyê red kir

25 July 2022 14:58 0 dîtin
Parlamentoya Kurdistanê daxwaza Iraqê yo bo sînorên Tirkiyê red kir

PeyamaKurd - Serokê Komîsyona Pêşmerge di Parlamentoya Kurdistanê de, Riwîng Hirorî, li ser pêşniyara Iraqê ya parastina sînorên ligel Tirkiyê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve daxuyanî da.

Hirorî ji k24ê re daye xuyakirin ku ew teklîfa Bexdayê bi temamî red dikin û got, “Li ser sînor 3 lîwayên me yên Pasevanên Sînor hene. Heger Bexda niyetpak be, bila 3 lîwayên din pêk bîne û sînoran biparêze.”

Hêjayî gotinê ye, artêşa Iraqê piştî topbarana Tirkiyê ya havîngeha Perexê ya Zaxoyê ku 9 welatiyên geştiyar hatin kuştin, dabû xuyakirin ku ew dixwazin hêzên artêşê li sînor bicih bikin û ev jî rastî nerazîbûna Herêma Kurdistanê hatiye û tê xwestin, bi avakirina lîwayên pasevanên sînor ewlehî were dabînkirin.