Dadgeha Federal a Iraqê daxwaza hilwesandina du wezaretên Kurdistanê red kir
PeyamaKurd - Dadgeha Federal a Iraqê doza daxwaza hilweşandina Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Olî û Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê red kir.
Hêjayî gotinê ye, daxwaz ji aliyê kesekî bi navê Xalid Mistefa Husên ve li ser bingeha madeyên 103 û 104ê yên destûrê hatibû pêşkêşkirin û gotibû ku divê ev sazî ne wekî wezaret, wekî saziyên xweser bixebitin.
Dadgeha Federal ragihandiye ku daxwaza hilweşandina her du wezaretan hatiye redkirin ku dadgehê bêyî rûniştinê ev biryar daye.
Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Olî ya Herêma Kurdistanê sala 2007an bi yasayeke Parlamentoya Kurdistanê û Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan jî bi yasaya hejmar 8a sala 2006an hatine avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin