Dadgeha Federal doza hilwesandina parlamentoya Iraqê red kir: Ne erka me ye!

07 September 2022 17:48 0 dîtin
Dadgeha Federal doza hilwesandina parlamentoya Iraqê red kir: Ne erka me ye!

PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, dosyeya hilweşandina Parlamentoya Iraqê red kir û ragihand, erka wan nîne wê biryarê bidin.

Dadgeha Federalî piştî rûniştina îro 7ê Îlonê bi daxuyaniyekê ragihand, “Endamên Encûmena Nûneran (Parlamentoya Iraqê) piştî hilbijartina wan, ne nûneratiya xwe û ne jî aliyên xwe yên siyasî dikin, lê belê nûneratiya gel dikin. Ji ber vê yekê jî pêwîst bû ku ew kar ji bo bidestxistina tiştê ku ji bo wan hatiye hilbijartin bikin ku berjewendiya gel e, ne ku bibin sedema astengkirina berjewendiyên wan û ewlehiya wan û ewlehiya gel bi tevahî bixin metirsiyê.”

Dadgehê diyar kir: “Ji bo aramiya pêvajoya siyasî ya Iraqê pêwîstî pê heye ku her kes rêzê li bendên destûrê bigire û destûrê binpê neke.”

Di dewamê de jî hat gotin: “Destûra Komara Iraqê ya sala 2005an, mekanîzmaya destûrî ji bo hilweşandina Encûmena Nûneran li gor bendên madeya (64/yekem) a wê biryarê daniye. Desthilatdariya Dadgeha Bilind a Federalî li gorî madeya (93) ya destûrê û madeya (4) ya yasaya Dadgeha Bilind a Federalî hatiye diyarkirin û hilweşandina parlamentoyê jî tê de nîne.”