Dadgeha Federalî ya Iraqê doza vekisîna hêzên DYAyê red kir
PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê dosyaya ku hikûmet neçar kiribû ku hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Iraqê vekişîne red kir.
Dadgehê diyar kir ku gilî li derveyî destûra Iraqê ye û da zanîn ku gilî ji ber wê yekê hatiye redkirin.
Di daxuyaniya ku li ser rûpela fermî ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê hat dayîn de hat ragihandin ku Dadgeha Federal a Iraqê dosyayeke ku bi mebesta vekişîna ji Iraqê ya leşkerên DYAyê hatiye redkirin.
Doza di 26ê Pûşperê de ji aliyê parlamenter Basim Xaşan û Mistefa Sanad ve li dijî serokwezîr Mihemed Şîa Sudanî û Serokomar Ebdulletîf Reşîd hatibû vekirin.
Basim Xaşan piştî biryara dadgehê ji Rûdawê re axivî û got: "Biryarên Dadgeha Federalî erkdar in û em ê cîbicî bikin. Lê belê di siberojê de em ê serî li rêyên din bidin. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ji ber ku hebûna leşkerên DYA ya li Iraqê, Iraqê lawaz dike û dibe sedema bêaramiya Iraqê."
Dozgeran daxwaz dikin ku mayîna leşkerên DYA ya li Iraqê neyasayî bê ragihandin, ew dever û dezgehên ku piştî bidawîbûna rêkeftina DYA û Iraqê bikar anîne vegerînin û ziyanên hebûna wan a ji 1ê Kanûnê ve bê qerebûkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin