Dadwerê Kurd biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê red kirin û ji wê dadgehê îstifa kir
PeyamaKurd – Piştî hejmarek biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê, dadwerekî Kurd ê li wê dadgehê kar dikir, ji Dadgeha Federalî ya Iraqê vekişiya.
Dadwerên Kurd Ebdulrehman Silêman, ku Yek ji du dadwerên Kurd ên Dadgeha Federalî ye, îro 12ê Adarê bi civîneke rojnamevanî ragihand, wî wekî diyarkirina nerazîbûna xwe li dijî biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî ya Iraqê yên li dijî statu û fermanberên Herêma Kurdistanê, biryar daye xwe ji endamtiya wê dadgehê veikişe.
Dadwer Ebdulrehman Silêman wiha axivî: “Min wekî Nûnerê Herêma Kurdistanê di dema borî de li Dedgeha Federalî kar kiriye. Ez hêvîdar bûm ku di wê demê de wekî bergirîkerekê baş ê Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê Iraqê de kar bikim, lê piştî derbasbûna nêzî sê salan li ser karê min, ez gihîştim wê baweriyê ku berdewamîdana min li wê dadgehê rê nade min ku wî karî bikim ê ku ez pêxemetî wî hatibûm”.
Dadwerê Kurd sedema vekişîna xwe ya ji Dadgeha Federalî bi van xalan anî ziman:
1. Di çarçoveya karê xwe de min têbînî kir ku meylek di biryarên yek li dû yekê yên Dadgeha Federalî de heye, ji bo vegerandina bingehên sîstema biryardana navendî û dûrkeftina ji bingehên sîstema federalî.
2. Dadgehên destûrî di tevaya sîstemên siyasî de sîstema federalî bi cih tînin, ji bo peydakirina parastinê û çespandina vê sîstemê, ji bo parastina hevsengiya navbera desthilata federalî û desthilata parêzgeh an herêman, herwesa ji bo ku her astekê hikûmetê ji desthilatên astê dî derbaz bike. Binavkirina Dadgeha Federalî di binyat de bi amajedana bi sîstema federalî hat ku bi ronî ji aliyê destûrî ve di çend madeyekan de hatiye pejirandin. Dadgeha destûrî li her welatekî ji bo parastina desthilata herêm û parêzgehan kar dike, lê tiştê min têbînî kir berovajî bû.
3. Destûrê sala 2005ê yê Îraqê wekî yek ji wan destûran tê hesibandin ên ku rêyê dide qanûndanerê destûrî an damezrînerî ku bikare biedilîne, bi merema parastina bingehên destûrî yên ku lihevkirin li ser çê bûye û mafên tevaya alî û pêkhatan, lê tiştê ku min ji araste û biryarên Dadgeha Federalî ya Îraqê û şiroveyên wê ji bo bendên destûrî di piraniya skalayan de têbînî kir, ber bi şirovekirineke berfireh û derveyî çarçoveyê ye ku mimkin e bibe sedema edilandina destûrî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin