Bêdengiya serokomarê Iraqê tê rexnekirin: ‘Divê biryarên Dadgeha Federalî hilwesîne’
PeyamaKurd – Biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê ku bi taybet li ser kotaya hilbijartinê ya pêkhateyên Kurdistanê û mûçeyan di rojevê de cihê xwe digre. Biryarên nedestûrî ku statuya Herêma Kurdistanê dixwaze ji holê rake ji aliyê berpirsên Herêma Kurdistanê ve rastî bertekên tund tê.
Herî dawî Wezîrê Pêkhateyan ê Herêma Kurdistanê Aydin Marûf ku ji pişka Turkmenan e, bi nivîseke fermî daxwaz ji Serokomarê Iraqê Letîf Reşîdt kir, helwestê li hember biryarên Dadgeha Federal nîşan bide û wan biryaran hilweşîne yan jî rawestîne.
Aydin Maruf got: “Helwesta Serokomar girîng e. Niha ji aliyê Dadgeha Federal a Iraqê ve biryar dijî Herêma Kurdistanê û sîstema kota ya pêkhateyan hatiye dayîn. Ji aliyekî din ve biryar li ser mûçeyan hatiye dayîn û ev mijarên siyasî ne. Biryar jî nedestûrî ne, destûr hatiye binpêkirin û pêwîst e Serokomar helwesteke cidî ji bo çareserkirina vê mijarê nîşan bide û wan biryarên ji aliyê Dadgeha Federal ve hatine derxistin, ji bo berjewendiya giştî û berjewendiya Herêma Kurdistanê red bike.”
Wezîrê pêkhateyan diyar kir: “Wek Wezîrê Pêkhateyên Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî roja 13.03.2024ê me nivîsek ji bo Serokatiya Komara Iraqê şandiye û me daxwaz ji Serokomar kiriye, xwedî helwest be û biryarên Dadgeha Federal hilweşîne. Ji ber ew biryar neyasayî û nedestûrî ne û dijî pêkhate û ol û neteweya ne. Herwiha me daxwaz kiriye erkê xwe yê wek parêzvanê destûrê bicih bîne û wan mijaran çareser bike.”
Maruf herwiha got: “Heta naha Serokomar ti helwestek diyar nekiriye, lê ew erkê manewî û siyasî ye, em daxwaz dikin mijarê cidî wergire û xwedî helwest be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin