Serokomarê Iraqê pêswaziya Hakan Fîdan kir
PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd pêşwaziya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ku serdana Bexdayê dike, kir.
Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de li ser Twitterê ragihand ku Serokomarê Iraqê Reşîd pêşwaziya Hakan Fîdan kiriye.
Di daxuyaniya wezaretê de hûrgiliyên hevdîtinê nehatine eşkerekirin.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê Serokomariya Iraqê hat dayîn de hat ragihandin ku di civînê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku divê rêveberiya nû ya Sûriyeyê pirrengiya etnîkî û olî biparêze, hikûmeteke ku nûnertiya her kesî bike ava bike û aştiya civakî xurt bike.
Wezîra Derve ya Tirkiyê Fîdan îro Yekşemê 26ê Çileya 2025ê bi serdaneke fermî çû paytexta Iraqê Bexdayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin