Daxuyaniya Hakan Fîdan li ser gesedanên li Iraqê!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan diyar kir ku bûyerên dawî yên li Iraqê gelekî metirsîdar in.
Fîdan di civîna bilind a Filistînê ya ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat lidarxistin de daxuyanî da.
Hakan Fîdan derbarê êrîşên moşekî yên Îranê yên li ser sivîlên Hewlêrê û geşedanên li Iraq û Rojhilata Navîn de wiha got:
"Tiştê ku me duh jê re digot "rîsk" îro bûye rastiyek. Bûyerên dawî yên li Deryaya Sor, Yemen, Lubnan, Iraq, Sûriye, Îran û Pakistanê gelekî metirsîdar in. Ev zêdebûn potansiyela wê heye ku veguhere bagerek jeostratejîk ku kes nikare bi hêsanî jê xilas bibe."
Fîdan bal kişand ser wê yekê jî ku ji bo rêgirtina li geşbûna erdnîgariya aloziya li Rojhilata Navîn, balê dikişînin û diyar kir ku Tirkiyê gelek caran derbarê metirsiyên belavbûna wê de hişyarî daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin