Hakan Fîdan bi Wezîrên Derve yên Îran û Iraqê re civiya

19 October 2023 10:36 0 dîtin
Hakan Fîdan bi Wezîrên Derve yên Îran û Iraqê re civiya

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Erebistana Siûdî bi Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan re civiya.

Fîdan li Ciddeya Erebistana Siûdî pêwendiyên xwe didomîne û li vê derê di çarçoveya Civîna Komîteya Rêveber a Rêxistina Hevkariya Îslamî ya li ser asta Wezîrên Karên Derve de amade dibe.

Fîdan bi Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan re hevdîtin kir.

Herwiha bi hêzên Iraqê re jî hevdîtin pêk anî

Fîdan li Erebistana Siûdî bi Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re jî civiya.

Hakan Fîdan bi Wezîrên Derve yên Îran û Iraqê re civiya.