Serok Barzanî bi Serokomarê Iraqê re civiya

26 February 2025 18:47 0 dîtin
Serok Barzanî bi Serokomarê Iraqê re civiya

PeyamaKurd – Baregeha Barzanî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî, îro 26ê Sibatê li Pîrmamê pêşwaziya Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd û şanda ligel wî kir.

Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hate gotin, “Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 26.02.2025) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Komara Iraqê Dr. Letîf Reşîd kir.”

Hate diyarkirin ku di hevdîtinê de, her du aliyan danûstandin li ser rewşa siyasî ya Iraq û deverê û pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya Federalî û pêdivîya hevahengiya aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan kirin.