Serok Barzanî bi sanda Komîteya Asayîsa Nistimanî ya Iraqê re civiya
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 13ê Sibatê pêşwazî li şandeke Parlamentoya Iraqê kir ku ji endamên Komîteya Çavdêriyê ya Amadekirina Stratejiya Asayîşa Nîştimanî ya bi serokatiya Cewad Polanî pêk dihat.
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de, şanda mêvan daxwaza nêrîn, pêşniyar û nirxandinên Serok Barzanî yên li ser kar û barên komîteya xwe û stratejiya asayîşa niştimanî kir.
Serok Barzanî jî kar û xebatên Komîteya Çavdêriyê ya ji bo amadekirina stratejiya asayîşa niştimanî ya parlementoya Iraqê bilind nirxand û derbarê rewşa siyasî de jî zelalbûna pêwîst pêşkêş kir.
Herwiha Serok Barzanî, tekez kir ku pêwîst e saziyên dewletê di çarçoveya karkirina bi destûrê de, pabendî her sê prensîbên hevparî, hevsengî û lihevkirinê bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin