Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Letîf Resîd re civiya

04 April 2023 19:25 0 dîtin
Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Letîf Resîd re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 4ê Nîsanê li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd civiya.

Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di civînê de pesnê rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal hate dayîn û ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û rola şanda herdu aliyan ji bo vê rêkeftinê bilind hat nirxandin.

Di civînê de, girîngiya pesendkirina yasaya budceya federal li parlamentoya Iraqê û amadekirina projeyasaya petrol û gazê ya federal hate destnîşan kirin.