Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Iraqê re pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, pêşwazî li Wezîrê Çavkaniyên Avê yên Iraqê Mehdî Reşîd Hemedanî kir.
Di civînê de gotûbêj derbarê bihêzkirina peywendiyên Wezareta Çavkaniyên Avê Cotkariya Herêma Kurdistanê û Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê hatin kirin.
Hat ragihandin ku bi taybetî projeyên stratejîk yên dabînkirina pêdawîstiyên nûjenkirinê û duristkirina bendavan li Iraqê û Herêma Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin.
Di civînê de herwiha derbarê mekanizma çareserkirina kêşeya mûçeya fermanberên bendavên Herêma Kurdistanê ku weke mûçeya fermanberên din ê Herêma Kurdistanê ji aliye Bexdayê ve nayê şandin jî di civînê de hat axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin