Mesrûr Barzanî pîrozbahî li serokomarê nû yê Iraqê kir: Divê rûpeleke nû bê vekirin...
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber hilbijartina wî ya posta serokomariya Iraqê, pîrozbahî li Ebdulletîf Reşîd kir.
Serokwezîr Barzanî, li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku piştî li Parlamentoya Iraqê hilbijartina Dr. Ebdulletîf Reşîd wekî serokomarê Iraqê, ligel wî axivî ye û pîrozbahî lê kiriye.
تحدثتُ إلى الدكتور لطيف رشيد لتهنئته بمناسبة انتخابه رئيساً جديداً لجمهورية العراق الاتحادي، والتأكيد على مسؤوليته بالغة الأهمية في الحفاظ على الحقوق الدستورية لجميع العراقيين، وبضمنهم مواطنو إقليم كوردستان.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) October 13, 2022
Mesrûr Barzanî got ku wî li ser navê hemû xelkê Herêma Kurdistanê daxwaz jê kiriye, Herêma Kurdistanê jî di nav de ji bo hemû Iraqiyan berpirsiya xwe ji bo parastin û cîbicîkirina mafên destûrî bicih bîne.
Serokwezîr Barzanî herwiha diyar kir, divê êdî piştî rageşî û aloziyan ji bo vekirina rûpeleke nû hemû îradeya xwe bikar bînin û daxwaziyên gel bipaş nexin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin