Mesrûr Barzanî li Swîsreyê bi Serokomarê Iraqê Letîf Resîd re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Swîsreyê, bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd re civiya.
Li gor Hikûmeta Herêma Kurdistanê şeva borî di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Swîsreyê di çarçoveya Korbenda Aborî ya Davosê de bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd re civiya.
Hat diyarkirin, di civînê de rewşa giştî ya Iraqê, çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li gorî destûrê û karkirina ji bo baştirkirina xizmetguzariyan li Iraqê hat gotûbêjkirin.
Herwiha di civînê de Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî amade bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin