Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêswazî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih kir

17 September 2021 16:03 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêswazî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Îlona 2021ê li hewlêra paytext pêşwazî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih kir.

Piştî hevdîtinê hat ragihandin, di civînê de geşedanên herî dawî yên Iraq û navçeyê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha destûrê hat kirin.

Di beşeke din a civînê de li ser hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hat axaftin, ku divê hilbijartineke pak û paqij birêve biçe, ku maf û daxwazên hemû pêkhateyên Iraqê desteber bike û bibe sedema seqamgîdiya rewşa Iraqê.