Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêswazî li siyasetmedarê Sûriyê El Cerba kir

10 July 2021 18:46 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêswazî li siyasetmedarê Sûriyê El Cerba kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Bereya Aştî û Azadiya Sûriyê, li Ahmed El Cerba kir. Di hevdîtinê de behsa pêşdeçûn û guhretinên dawiyê yên li Sûriyê, herêmê, bo helkirina pirsa Sûriyê, hewlên hêzên navdewletî, pêwendiyeyên di navbera hêzên Kurdistana Sûriyê û muxalefetê de hatin axaftin.

Di mijara çareseriya Sûriyê de, behsa girîngiya mafên pêkhateyan û çareserkirina wan bi dadwerane hat kirin û hat ragihandin ku divê çarserî di berjewendiya pêkhateyên li Sûriyê be.

Herwiha di hevdîtinê de, tekezî li girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê bi awayekî dadperwerane hate kirin ku di berjewendiya pêkhatên cuda yên Sûriyê de be.