Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêswazî li sanda YE ya bi seroktiya Josep Borell kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê pêşwazî li Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa (YE) Josep Borrell û şanda bilind a YE ya ligel wî kir.
Josep Borrell piştî serdana Bexdayê îro 7ê Îlonê gihiştibû Herêma Kurdistanê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyabû.
Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa (YE) Josep Borrell di civîna çapemeniyê de ragihand ku ew ji bo nîşandana piştevaniya bihêz a Ewropayê bo Herêma Kurdistanê, hatiye Hewlêrê û eşkere kir ku nûnertiyeke din a şêwirmendiya YEyê li Hewlêrê tê vekirin.
Çav li rê ye Borell piştî hevdîtina ligel Mesrûr Barzanî, serdana Serok Mesûd Barzanî jî bike û ligel wî bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin