Mesrûr Barzanî pêswazî li sanda Hevpeymaniya Navdewletî kir

21 September 2023 19:18 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pêswazî li sanda Hevpeymaniya Navdewletî kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 21ê Îlonê li paytext Hewlêrê pêşwazî li şanda Hevpeymaniya Navdewletî ya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir.

Di civîna ku Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê jî amadehî kir de, pêşhat û guherînên herî dawî yên Herêma Kurdistanê û Iraq û Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Mijara sereke ya civînê, li ser gotûbêjkirina derbarê proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û pêngavên yekxistina hêzên Pêşmerge û rêkxistina pêkhateyên wê bû.

Serokwezîr tekezî li girîngiya berdewambûn û bilezkirina proseyê û pabendbûna bicihkirina karnameya Kabîneya Nehem di warê rêkxistin û yekxistina Pêşmerge û dûrxistina wezaretê ji her destwerdaneke hizbî û berjewendiyên şexsî kir.

Serokwezîr Barzanî bal kişand ser îdiayên ku dibêjin, kêşe di çaksaziyên Wezareta Pêşmerge de heye û got, “Divê destwerdana şexsî û hizbî ji wezaretê werin dûrxistin û rêgirî li hewlên Serokwezîr neyê kirin di danîna wezîrekî de ku şiyana bicihkirina karnameya hikûmetê hebe.”

Herwiha di civînê de, li ser rewşa Sûriye û bi taybetî aloziyên devera Dêrezorê û rojhilatê Sûriyê hate rawestîn û danûstandina fikr û ramanan hat kirin. Her du alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya parastina asayîş û aştiya civakî û tebayiya navbera Kurd û Ereb û pêkhateyên herêmê.