Mesrûr Barzanî pêswazî li sanda Kongreya Amerîkayê kir

27 November 2022 16:49 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pêswazî li sanda Kongreya Amerîkayê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê, li Hewlêrê pêşwazîya şanda Kongreya Amerîkayê ya bi seroktiya endamê Kongreyê Senator Mark Takano kir.

Di hevdîtina ku endamên Kongreyê Elissa Slotkin, Colin Allred, Kathy Porter û Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski amadehî kirin de, pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de, pêşhatên dawî yên li Iraq û navçeyê û girîngiya parastina serwerî, ewlekarî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.

Şanda Kongreya amerîkî bal kişand ser pêwendiyên bihêz û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de û bi navê Kongreyê piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê wek ezmûneke serkeftî ya demokrasiyê li Iraqê dubare kir.

Şanda mêvan herwiha rewşa azadiya olî û pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda li Herêma Kurdistanê jî bilind nirxand.

Di civînê de, Serokwezîr Mesrûr Mesrûr spasiya piştevaniya berdewam a Amerîkayê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê her tim faktora aramî û aştiyê ye li Iraq û navçeyê û got, niha derfeteke nû ji hikûmeta federal re heye ku xizmeta pêkhateyên cuda yên Iraqê bike û li ser binemaya destûr û karnameya hikûmetê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bi awayekî bingehîn çareser bike.

Di beşeke din a civînê de, çaksaziyên Kabîneya Nehem, bi taybetî çaksazî û proseya yekxistina hêzên Pêşmerge, girîngiya yekhelwestî û yekrêziya aliyên Kurdistanî ji bo parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hatin axaftin.