Mesrûr Barzanî pêswazî li Wezîra Dadê ya Holanda û sanda ligel wê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Gulanê, pêşwazî li Wezîra Dadê ya Holandayê Dîlan Yeşîlgoz-Zegerius û şanda ligel wê kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de herdu aliyan li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê gotûbêj kirine û bi taybetî behsa hevahengiya navbera desthilata dadwerî ya herdu aliyan kirin.
Di civînê de herwiha girîngiya berdewambûna piştgiriya Herêma Kurdistanê di têkoşîna dijî terorîstên DAIŞê de û hawarçûn û alîkarîkirina qurbaniyên tawanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatiye axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin